26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Necîba Necîb: Heta rêkeftinek neyê kirin em di civînên Parlemntoyê de beşdar nabin

Çavkanî: KDP.info
Necîba Necîb, Endama Parlemantoya Iraqê li ser frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê

Bexda-KDP.info- Perlemantera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ragihand ku heta derbarê hilbijartina hersê serokayetiyan rêkeftin di navbera aliyên siyasî de neyê kirin, ew di rûniştina Parlementoyê de beşdar nabin.

 

Necîba Necîb, Endama Parlemantoya Iraqê li ser frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) ji KDP.info re ragihand: “Rûniştina sibê ya Parlementoya Iraqê girêdayî bi rêkeftina navbera aliyan ji bona diyarkirina desteya serokayetiya parlemantoyê, lewra eger rêkeftin hat kirin emê di civî nê de amadebin, lê eger rêkeftin nehat kirin, ne tenê em, ti alî beşdar nabe.”

 

Ew perlemantera Kurd diyar jî kir: “Heta niha tu rêkeftinek nehatiye kirin, lê her demekê ku rêkeftin hat encamdan, emê jî di rûniştina parlementoyê de beşdar bin, ji ber ku eger rûniştin birêve biçe, pêwîste desteya serokayetiya parlementoyê bê hilbijartin.”

Nûçeyên têkildar