26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ocelan û Ergogan li hevkirine..Serkirdeyên PKKê hinek diçin Ewropa û hinek jî li Kurdistanê dimînin

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info-Di çarçoveya hewlên hikûmeta Tirkiyê û Serokê PKKê yê girtî Ebdula Ocelan, ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Ebdula Ocelan li ser çawaniya danîna çekan ji aliyê PKKê ve û vegerandina Gerîla ji çiya li hev kirine.

Li gor malpera Avêsta Kurd Ocelan û Ergogan li ser wê yekê li hev kirine ku di nava 2 salan de êdî Partiya karkerên Kurdistanê PKKê li ser çiyê nemîne û dê karê siyasî ligel BDP û HDP birêve bibe.

Wek hat zanîn di beşekî din ya wê li hevkirinê de behsa wê yekê hatiye kirin ku çawa serkirdeyên PKKê ji çiyê dakevin û her du alî li ser wê yekê li hevkirine ku beşek ji wan serkirdeyên PKKê dikarin biçin Ewropa û li wir bi cîh bibin û yê mayî jî li Başûrê Kurdistanê bi cîh bibin û çi alîkariyek ji wan re pêwîst be dê bidin wan.

Lê alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Beşîr Atalay ragihand ku ew gotin dûrin ji rastiyê û Erdogan û Ocelan hîna tu civîn pêkneanîne û di rojevê de nîne ku her du alî bicivin.

Atalay got jî: Li ser nave Hikûmetê, berpirsê Dezheha Hewalgîrî ya Tirkiyê Hakan Fîdan û çend Berpirsekî din ji wê dezgehê di dema pêwîst de ligel Ocelan de civînek encam dane û dê berdewam bin li ser wan civînan.

Nûçeyên têkildar