Konferansa Amed: Mafê Kurdan heye biryara çarenûsa xwe bidin

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Li Amedê konferansa li ser Kurdistan û siberojê bi dawî hat tevahiya beşdaran di wê baweriyê de bûn ku êdî kurd di rojhilata navîn de aktoreke girîngin û mafê wan heye biryara çarenûsa xwe bidin.
Akademîsyenên kurd ji bo nirxandina pêşveçûnên li Iraq, Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê diqewimin, li Amedê konferansek li dar xistin.
Konferansa bi navê “Li Rojhilata Navîn sînor, rejîm, Kurdistan û tehayûlên siberojê” li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştî du rojan bi dawî hat.
Akademîsyenên ku tevlî konferansê bûn, pêşveçûnên dawî yên li Iraqê jî nirxandin û bal kişandin ser vê yekê ku êdî derfeta pêkvejiyana kurd û erebên sûnnî û şîe nemaye.
Akedemîsyenê bi navê Cuma Çîçek, ku ji Zanîngeha EHESSêya Fransayê beşdar bibû, got, “Dema em li başûrê Kurdistanê dinihêrin xuya dike ku civata kurd dixwaze xwe îdare bike. Şert û mercên pêkvejiyana ereb û kurdan her ku diçe qels dibe û qut dibe.”
Tevahiya beşdaran di wê baweriyê de bûn ku êdî kurd di rojhilata navîn de aktoreke girîngin û mafê wan heye biryara çarenûsa xwe bidin.
Konferansa ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Siyasî (SAMER) û Weqfa Mezopotamyayê ve tê birêvebirin dê 2 rojan berdewam kir.




