Pêwîste em şaşîtîya Saykis Pîko sererast bikin û piştgîriya serxwebûna Kurdistanê bikin

Ajans-KDP.info-Endamekî komîteya peywendîyên derve ya Yekîtîya Ewropa piştevanîya xwe bo serxwebûna Kurdistanê ragihand û got, ku “Pêwîste em şaşîtîya Saykis Pîko sererast bikin û piştgîriya serxwebûna Kurdistanê bikin.”
Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropa (Dilawer Ajgeyî) li ser rûpela taybetîya xwe ya li ser tora civakîya Facebookê ragihandiye, ku di serdaneke şanda nûneratîya Herêma Kurdistanê de bo Strasburgê, wan çend kombûn saz kirine û şanda wan li gel (Çarlz Nok) endamê komîteya peywendîyên derve ya YE hevdîtinek pêkaniye.
Li gor Dilawer Ajgeyî, Çarlz Nok ku Brîtaniye û berpirsê peywendîyên derve yê fraksiyona parêzgaran û reformîstên parlemana Ewropayê ye û hevdem berpirsê peywendîyên derveyê parlemana Ewropayê jî ye, di wê hevdîtinê de ragihandiye: “Pêwîste em şaşîtîya Saykis Pîko sererast bikin û piştevanîya serxwebûna Kurdistanê bikin.”
Ajgeyî herwisa ragihandiye, ku nerînên Nok derbarê bûyerên ewê dawîyê yên li Iraqê de jî,
(Çarlz Nok) gotiye: “Bi dîtina me, ewa ku niha serkirdatîya Kurdistanê û hêzên pêşmerge dike li wan navçeyan, bergirîya li mal û canê tevaya pêkhateyane.”
Li gor (Dilawer Ajgeyî), (Çarlz Nok) ku dostê gelê Kurde û berî niha çend caran helwêsta xwe derbarê daxwazên gelê Kurd de bi rohnî eşkire kiriye, amaje bi helwêstên welatên xwedan hêz weke Israîl û Tirkiyê derbarê serxwebûna Kurdistanê de kiriye û gotiye, ku ew dijatiya pêngaveke wisa nakin, belkû dê piştevan bin û di demê ragihandina dewleta Kurdistanê de, gelek welat û dewletên Ewropa dê ligel bin û piştevanîyê lê bikin.
Li gor Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtîya Ewropa (Dilawer Ajgeyî), (Nok) herwiha tekez kiriye ku evê carê bo serxwebûna Kurdistanê derfeteke dîrokî heye û giringe ku Kurd evê derfetê ji dest xwe nedin.




