Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê pisgirêka darayî nirxand

Hewlêr-KDP.info-Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, doh roja yekşemiyê (06.07.2014) di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê duyemînm civîna xwe saz kir û tê de kêşeyên darayî budceya herêma Kurdistanê û pirsgirêka êkonomî û sedemêm serhildana wê pirsgiurêkê û pilan û siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê rûbirûbûna wê pirsgirêkê de
Di destpêka civînê de, naveroka rapora berfireh a beşê zaniyarî û lêkolînan a kovara (Economist) ku, kovarek navdar, bawerpêkirî û bi tesîr e li cîhanê, li jêr navê ”diyarkirin û nirxandina pêgeha herêma Kurdistan” weşandiye û tê de bi berfirehî behsa pêşkeftinên herêma Kurdistanê yên di warê siyasî, îstîqrara siyasî û emnî, bilindiya sewîyeya jiyanê, pêşxistina şiyanên mirovî, aborî, bazirganî, berhemanînê û çend warên din yên jiyanê dinirxîne, ji aliyê beşdarên civînê ve hat gotûbêj kirin.
Li gor pîvanên wê raporê, di gelek waran de herêma Kurdistanê li pêşiya gelek welatên deverê ye û di hindek waran de jî di sewîyeya welatên pêşkeftî de ye. Rapor diyar dike ku, siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê bûye sedema rakêşana sermaye û kompaniyên biyanî bo herêma Kurdistanê û wan teşwîq dike ku, berê xwe bidin herêma Kurdistanê û beşdariyê di pirosesa berhemanîn û pêşxistina herêma Kurdistanê de di warên cuda de bikin.
Pişt re li gor bernameya civînê, wezîrê fînansê yê herêma Kurdistanê raporek li dor budceya herêma Kurdistanê û pirsgirêka êkonomî û sedemêm serhildana wê pirsgiurêkê û pilan û siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê rûbirûbûna wê pirsgirêkê de pêşkeş kir. Di raporê de çend pêşniyar, reorganîzekirin û kêmkirina xerciyan û zêdekirina dahatiniyan hene.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê di baxaftina xwe de got ku, tevî hemû pêşniyaran, di dereceya yekem de wezareta fînansê pêwîstî bi çaksazî û reorganîzeke timam heye daku, bikare bi baştirîn awayî karên xwe birêve bibe.




