Sîsî: Kurdistana Iraqê dê bibe dewlet û Sûriyê jî ber bi perçebûnê ve diçe

Ajans-KDP.info- Serokomarê Misrê û fermandeyê berê yê artêşa wî welatî, Ebdulfettah Sîsî, li ser rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê got, Kurdistana Iraqê dê bibe dewlet.
Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî, bi rêveber û edîtorên giştî yên rojnameyên Misrê re rûnişt û behsa rewş û arîşeyên welatên erebî bi taybet Iraqê kir.
Yek ji beşdarên civînê bi navê Mistefa Bekrî di rûpela xwe ya twîtterê de behsa civîna Sîsî kiriye û gotiye, Kurdistana Iraqê dê piştî referandomê serxwebûna xwe ragihîne.
Mistefa Bekrî her wiha daye zanîn ku Sîsî di civînê de li ser rewşa Iraqê jî gotiye, Iraq dê bi kirîza xwe re mijûl be û Sûriyê jî ber bi perçebûnê ve diçe û welatên erebî jî bi arîşeyên xwe re mijûl dibin.




