Serok Barzanê: Amarîka û Tirkiyê ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand ku Iraq hildiweşe û ew dê planê ji bo serxwebûna Kurdistanê deynin û diyar dike ku Amarîka û Tirkiyê ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.
Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Welt an Sonntag a Elmanî, Serok Barzanî got: “Parlamentoya Kurdistanê amadekariyê bo referandûma serxwebûnê dike, herwiha serxwebûn mafekî normal û rewa yê her milletekî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha dibêje: “Berî ku em serxwebûnê rabighînin, destpêkê em dê ji gel bipirsin.”
Derbarê helwesta Emerîka û Tirkiyê li beramberî serxwebûnê jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ew herdu dewlet ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne û dibêje: “Hin siyasetmedarên Emerîka li gel serxwebûnê ne û hin ji wan jî nakin lê di encam de serxwebûn di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.”
Derheqa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de jî Barzanî wiha axifî: “Peywendiyên me di 10 salên borî de bi awayekî baş pêşketine, niha jî peywendiyên me gelekî baş in, herwiha Tirkiye cîranekî me yê baş e, Tirkiyê ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye.”
Derbarê hilweşîn û rewşa niha ya İraqê de jî Barzanî got: “Her rû dide û kes jî nikare rabigire. Nasnameya me ya Kurdî, Sunne, Şîe û Mesîhî heye, lê nasnameya me ya Iraqî nîne. Rewşa niha hemû gef û tehdît in ji ber pêşketina milîşiyayên DAİŞ a terorsîst. Sedem jî siyaseta xelet ya Bexdayê ye. Eger Nûrî Malikî ne serokwezîr bûya û ew hemû pirsgirêk paşguh nexistibana, dibe ku niha rewş baştir bûya.”
Herwiha derbarê çarenivîsa Kurdên perçeyên din ê Kurdistanê, serok Barzanî di hevdîtina xwe de amaje bi wê yekê kir ku Kurdên parçeyên din dive bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.




