26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê liqa 16: Derbarê hikûmeta nav parêzgehan helwîsta me nehatiye guhertin

Çavkanî: KDP.info
Dr. Aras Hiso Mîrxan, Berpirsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Hewlêrê dibêje, PDKê şandek diyar kiriye ji bo ku gotûbêj derbarê beşarîkirina hemû aliyan di Hikûmete nav parêzgehan dest pê bikin û tekez dike ku li ser beşdarîkirina aliyan di wê hikûmetê de, helwîsta me tu guhertin bi ser de nehatiye.

 

Dr. Aras Hiso Mîrxan, Berpirsê liqa 16 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Hewlêrê ji KDP.info re got: “Berî niha me gotiye û niha jî em dibêjin helwîstê me derbarê hikûmeta nav parêzgehan tu guhertin bi ser de nehatiye, me got ku me hikûmeta herdu parêzgehên Hewlêr û Dihokê pêkanî, li ser wê bingehê bû ku valahiyek yasayî çênebe wek wê kêşeya ku niha li Silêmaniyê heye, lewra me hikûmeta hindirî pêkanî û me derfet ji aliyên din re hiştiye, di destpêkê de jî me gotiye ku ew derfet ji bo wê yekê ye ku gotûbêj ligel aliyên din bê kirin ji bona ku ewên din jî li Silêmaniyê PDKê beşdar bibe.”

 

Derbarê awayê danûstandinan ligel aliyên din de, Dr. Aras got: “Şandek ji aliyê PDKê hatiye destnîşan kirin ji bo ku dest bi gotûbêjan bike û wan tiştan bi eşkere ji aliyên din re bêje ku ya yekê em li hêviya Silêmaniyê ne, gelo dê li wêde hikûmeta parêzgehê bi zorî ne be yan bi kemîne yan jî dê bi rêkeftin be û hemû aliyên tê de beşdar bin, wê demê emê bikaribin bêjin aliyên din li Hewlêr û Dihokê dê beşdarbin yan na, şanda PDKê ji her yek ji Newzad hadî, Dilşad Şehab û Ehmed Kanî pêk hatiye.”

Nûçeyên têkildar