Revenda Kurd li Oslo ji bo piştgîriya Helwêst Serok Barzanî daketin kolanan

Nerwîj-KDP.info-Ji bona piştgîrîkirin li helwîst û peyama Serok barzanî, bi hezaran kes ji revenda Kurd li Nerwîj daketin kolanan û daxwaza serxwebûna Kurdistanê û encamdana referandûmê kirin.
Îro li Oslo paytexta Nerwîjê, revenda Kurd li wî welatî di bin ala Kurdî de û bi mşekê, piştgiriya xwe ji bona peyama Serok Barzanî nîşan dan û siloganên piştiriya referandûmê û serxwebûna Kurdistanê gotin.
Serokê Partiya Serbestî a Kurdistanê, Arif Bawecanî, ku yek ji beşarbûyan bû ji KDP.info re ragihand: Kurdên li dervey welat zêdetir serxwebûna hemû neteweyên cîhanê dibînin, bi moral û dilxweşî pêşwaziyê li serxwebûna Kurdistanê dikin û bi bilinkirina ala kurdistanê tevlî vê meşa mezin bûn û piştgirî li peyam û helwîsta Serok Barzanî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê roja pêncşemê 3/7/2014 li Parlamentoyê gotarek pêşkêşkir û tê de ragihand ku niha derfeteke gelek baş pêkhatiye ku Kurdistan bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bide û daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kir ku li pesendkirina yasaya komîsyona hilbijartinê de lezê bikin û rapirsiya li Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem Desteya Bilinda Komîsyona Hilbijartinê dabimezrê û her wiha Parlemena Kurdistanê xwe ji bo wan rêwşuwênan amade bike ku referanduma diyarkirina çarenûsê pêwîste û ji wê rojê ve Kurd li nava Kurdistanê û derve piştgiriyê li vê gotara wî dikin.




