25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

ENKSê êrîşên li dijî Kobanî şermezar dike

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşên Rêxistina DAÎŞ li ser herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê kir ku xwe ji helwestên ku dibine sedema nakokî û aloziyan dûrbixe û geşûhewaya yekîtiya rêzên gelê kurd dabîn bike.

Di daxuyaniyekê de, Sekretariyeta Giştî ya ENKSê êrîşên ku bi hovane wesif kirin li dijî Herêma Kobanî û xelkê wê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li hemû pêkhateyên Herêmê kir ku bi berpirsyariya xwe rabin û berevaniya gund û milkên xwe bikin û wan biparêzin.

ENKSê herwiha bang li Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê EGRKê kir ku xwe ji helwestên ku dibine sedema nakokî û aloziyan dûrbixe û geşûhewaya yekîtiya rêzên gelê kurd dabîn bike.

Di daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku ew ji bo hevkariyê amade ye daku Herêm û gelê Kurd bê parastin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li Opozisyona Sûriyê, aliyên siyasî li hemû parçeyên Kurdistanê, hêzên navdewletî û herêmî kir da ku bi erkên xwe ji bo parastina sivîlan û rawestandina êrîşên DAÎŞê rabin

 

Nûçeyên têkildar