26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkê.. 10 polîs di teqînekê de birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info-Bombeyeke çandî bi karwana otombîlên polîsên qeza û navçeyên Kerkûkê de teqiya û di encam de 10 polîs birîndar bûn.

Rêvebrê polîsên bajarok û gundewarên Kerkûkê, Serhed Qadir ji KDP.info re ragihand ku: “Îro sibehê, bombeyek li ser riya balafirxaneya Kerkûkê li nêzîk pira Huzêranê bi karwana otombîlên polîsên Pirdê û polîsên bajarok û gundewaran de teqî û di encam de 10 polîs birîndar bûn..”

  Serhed Qadir diyar kir ku ew birîndarên teqînê jî bo nexweşcaneyê hatin şandin û birînên 3 polîsan ji wan giranin.”

 

Nûçeyên têkildar