Al-Arabiya: Dewleta Kurdistanê dê peywendiyên xwe bi Ereban re xweş bike

Ajans-KDP.info-Televîzyona Al-Arabiya belav kiriye ku dê dewleta Kurdisatnê peywendiyeke bihêz û gerim ligel welatên Erebî deyne û wezîrekî Ereb jî bo vê mebestê bê diyar kirin, Herwiha Rêveberê ofîsa televîzyona El-Jazîre ya Erebî li Ordunê jî dibêje divê Ereb û Misilman pitgiriya dewleta Kurdî bikin
Malpera televîzyona Al-Arabiya ragihandiye ku Herêma Kurdistanê dê wezaretekî bi navê Wezareta Karûbarên Erebî ava bike û dê kesekî Ereb jî di wê postê de dane da têkiliyan bi dewletên Ereb re bike û ji wan re bide xuyakirin ku Kurd ne dijminên Ereban e.
Herwiha Rêveberê ofîsa televîzyona El-Jazîre ya Erebî li Ordunê, Yasir Ebû Hilala qala jidayikbûna welatê Kurdistanê dike û dibêje ku ew bûye rastiyek û êdî nayê veşartin.
Yasir Ebû Hilala di gotarekê de bi navnîşana “Kesên ji dewleta Kurdî ditirsin” behsa ragehandina dewleta Kurdî dike û dibêje: “Divê em wek Misilman û Ereb piştgiriya dewleta Kurdî bikin. Di dîrokê de diyare ku ji dema Kurd hene hez dikin dewletek xwe ava bikin û ji Sûriye, Îran, Iraq û Tirkiyê cuda bibin, yekem dewleta Kurda bi navê Mehabad bû, ku Mele Mistefa Barzanî Wezîrê Berevaniyê bû tê de.”
Ebû Hilala got: “Piştî karesata Enfal, ku Îzet Dûrî bi serê wan anî û piştî hilweşîna rejîma Sedam, Kurdan karîn piştrast bikin ku şiyana wan di rêvebirina dewleta serbixwe de heye û cudahiya di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê de li ber çavê her kesî ye, hemû kes vê cudahiyê dibînin, di navbera bajarên di bin desthilata Nûrî Malikî û navçeyên di bin desthilata Kurdistanê de diyar e û kes nikare înkar bike.”
Li gor Rêveberê televîzyona El-Jazîre, kesê yekem ê ji ragihandina dewleta Kurdî ditirse, Nûrî Malikî ye, piştî wî Îran tê ku naxwaza welatê Mehabad were damezradin, lê Beşar Esed tirsa wî nîne “Ji ber ku tiştek di dest wî de nemaye ku ji dest bide ligel ragihandina dewleta Kurdistanê.”
Navbirî qala wê yekê dike ku Tirkiyê xwe rêxistiye û ligel Kurd e û raziye dewleta Kurdî bê ragihanidn û dibêje: “Ev derfeteke ji bo wan da bibin beşek ji Ewropa, herwiha bandora mezhebê olî jî li ser wan heye ku Tirkiye û Kurdistanê nêzîkî hev dike.” Yasir di dawiya gotara xwe de dibêje: “Pirsiyara girîng a ku Ereb ji xwe bipirsin ew e: Çi palderek mezin li pêş Kurd heye da ligel Ereban girêdayî bimînin.
Basnews




