Nêçîrvan Barzanî bo frakisyona PDKê: Divê axaftinên me ligel siyaseta giştî ya PDKê û hikûmetê û Parlementoyê yek be

Hewlêr-KDP.info-Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje di yekemîn civîna frakisyona PDKê ya li parlementoya Iraqê ligel cîgirê serkê Partiya Demokrat a Kurdustanê (Nêçîrvan Barzanî), ji wan re got ku Divê axaftinên me ligel siyaseta giştî ya PDKê û hikûmeta Herêmê û Parlementoya Kurdistanê yek be û hemû çalakiyên me di çarçoveya yasayên Parlemento û destûr de bin û nerim bin.
(Dr. Tariq Gerdî), Endamê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê, ji KDP.info re ragihand: “Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (Nêçîrvan Barzanî) ofîsa xwe li Hewlêrê pêşwazî li sercem endamên Hewlêr û Silêmaniyê û Kerkûk û Mûsil û Dihokê yên PDKê li Parlementoya Iaqê kir û 2 seatan di wê civînê de giftûgo hatin kirin.”
(Dr. Tariq Gerdî) got jî: “(Nêçîrvan Barzanî) ji me re got ku Divê axaftinên me ligel siyaseta giştî ya PDKê û hikûmeta Herêmê û Parlementoya Kurdistanê yek be û pêwîste hewil bên dan ji bona giftûoan û ji hev têgehiştinê.”
(Gerdî) zelal kir: “Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê girîngî bi wê yekê da ku pêwîste m peywendiyê ligel tek bi tekên frakisyonên siyasî avabikin ji bo ku em ji wan re bidin xuyanîkirin ku em wek Kurd çave me ne li xak û welatê tu kesî ye, em miletekin me zilm û zordarî dîtiye û em dixwazin berevaniyê li ezmûna xwe û fîdraliyeta li Iraq û kurdistanê bikin.”
Ew endamê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê de diyar kir “ku (Nêçîrvan Barzanî) tekez kir ku divê hemû kar û çalakiyên me di çarçoveya yasayên Parlemento û destûr de bin û herwiha nerim bin û eger giftûgoyên Parlemento Ii ser mijarên girêdayî Hrêma Kurdistanê bin, divê em bi cidî dakûkiyê li ser berjewendiya tek û civak û siyast û pilanên sitratîjî yên Herêma Kurdistanê bikin.”
(Dr. Tariq Gerdî) got jî: “Derbarê hersê postên serokayetiyên Iraqê, (Nêçîrvan Barzanî) got em dizanin posta serokê parlemento ji birayên Sûnneyan re ye, posta serokwezîr jî pişka Şîeyane ku drfeta (Adil Ebdulmihî) zêdetire, şensê (Nûrî Malikî) kêmire, ji xwe posta srokomar jî pişka Kurdan lewra divê kesekî hêjayî ji bona wî postê bê diyarî kirin.”




