Malikî dest ji postê serokwezîr bernede, hikûmeteke tewafiqî pêk nayê
__2014_07_05_h19m49s47__BA.jpg)
Bexda-KDP.infp- Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK;) li Encûmena Nûnerên Iraqê dibêje ku eger (Nûrî Malikî) dset ji posta serokwezîriyê bernede, zehmete hikûmekî tewafiqî li Iraqê bê avakirin.
(Muhsin Sedûn) Parlementerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Encûmena Nûnerên Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Biryare roja sêşemê careke din Parlemantoya Iraqê bicive, lê heta niha nexuyaye ku emê di wê civînê de beşdarbin ya na, emê berî rûniştinê helwîsta xwe rabighînin.
(Sedûn) got jî ku heta niha tu kes ji bo posta desteya serokayetiya Parlamentoyê yek alî nebûye, lewra hîna nexuyaye ku dê di wê runiştinê de ew post pên yek alî kirin ya na.”
Derbarê daxuyaniya (Malikî) ku behsa wê yekê kiribû ku ew dest ji serokwezîriyê bernade, ew perlemanterê PDKê got: “Eger (Nûrî Malikî) dest ji postê serokwezîr bernede, hikûmeteke tewafiqî pêk nayê.”
Herwiha zelal kir ku “pêwîste em çaverê bikin û bizanin ka dê helwîsta Pevpeymaniya Nişîmanî derbarê wê daxuyaniya (Malikî) çi be, û piştre emê helwîsta xwe rabighînin.”




