25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Sê serokayetiyên Iraqê nemane.. Bê rêkeftin Parlemanto nacive

Çavkanî: KDP.info
Xesro Goran, Serokê firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê

Hewlêr-KDP.info-Serokê firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê amaje bi rewşa niha ya Iraqê û civînên Parlemntoyê dike û dibêje: Sê serokayetiyên Iraqê nemane û bê rêkeftina berwext zehmetaParlemantoroja sêşemê bicive.

 

Xesro Goran, Serokê firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Bi bê rêkeftineke siyasî gelekî zehmete ku Parlemntoya Iraqê roja sêşemê civîna xwe encam bide, ji ber ku hîna aliyên siysî li ser gelek xalan li hevnekirine.”

 

Got jî: “Nûrî Malikî niha perlemantere û şeriyeta serokwezîran nemaye, di heman demê de hersî serokayetî (Parlemento, Hikûmet û Komar) nemane û Malikî jî bi dehan pêşlkarî kirine û hîna dibêje Herêma Kurdistanê destûr pêşêlkiriye.”

Nûçeyên têkildar