Dizeyî: Serxwebûn ji mafê Kurdan e û dê bi xwe biryara çarenivîsê bidin

Hewlêr-KDP.info-Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekez kir ku serxwebûn ji mafê Kurdan e û dê bi xwe biryara çarenivîsê bidin.
Sefîn Dizeyî, Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji malpera Bilombêrgî re ragihand: “Em gihiştine pêvajoyeke nû û eger gelê Kurd di rêya referandûmê de biryara serxwebûna bi temamî bide, em dixwazin vê pirsê di rêya danûstandinan ligel Bexdayê encambidin, her wek çawa heman mijar li Çîkoslovakya çêbûye.”
Dizeyî amaje bi wê yekê jî kir ku “hêzên Pêşmerge yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî nayên kişandin, berî ku raya xelkên wan navçeyan di rêya referandûmekê de biryara xwe bidin.”
Derbarê pirsa petrolê jî, Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku “hevdem ligel şandina petrola xam ya Kurdistanê, hikûmeta herêmê dikare petrola Kerkûkê jî hinarde bike.”
Sefîn Dizeyî, amaje bi wê yekê jî kir ku “ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberan û pirojeyên xizmetgûzariyan, her meh pêwîstiya hikûmeta Kurdistanê bi nêzîkî milyarek û 200 milyon dolar heye.”




