26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di Pêşnûmaya Pêvajoya Çareseriyê de 4 xal hatin qebûlkirin

Çavkanî: KDP.info

Tirkiyê-KDP.info-Komsyona karên hundir a ser bi Parlemantoya Tirkiyê ve pêşnûmeya yesaya çarçoveya pêvajoyê pesend kir.

 

Pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê dê di çarçoveyeke yesayî birêve biçe bi pesendkirina pêşnûma yesayê pêvajoyê ji aliyê komisyona karên hundir a ser bi parlematoyê ve ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyê hatî pêşkêş kirin pêngaveke nû avêt.

 

Hat ragihandin ku Xalên di Pêşnûmeqanûna Çarçoveya Pêvajoyê de wiha ne:

 

Xala yekemîn:Armanca vê zagonê bidawîkirina terorê û xurtkirina yekgirtina civakî ya têkildarî pêvajoya çareseriyê ya usul û esasan e.

 

Xala duyemîn:Hikûmet, di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de xebatên pêwîst ên jêr dimeşîne:

 

1- Ji bo bidawîkirina terorê û xurtkirina yekgirtina civakî wê gavên di mijarên siyasî, hiqûqî, sosyo-ekonomîk, psîkolojîk, çandî, mafên mirovan, ewlekarî û bêçekkirinê û mijarên bi van ve girêdayî werin avêtin, diyar bike.

 

2- Eger pêwîst bibîne wê biryarê bide ku bi kes û saziyên li nava welêt û li derveyî welêt re bikeve nava danûstandin, hevdîtinan û xebatên bi vî rengî bimeşîne. Wê kes, sazî yan jî dezgehên van xebatan bimeşîne, wezîfedar bike.

 

3- Ji bo vegera malê û tevlîbûna jiyana civakî ya endamên rêxistinê yên dest ji çekê berdane û ahengiya wan, dê tedbîran bigire.

 

4- Tedbîr û xebatên di çarçoveya sererastkirinê de werin kirin, wê raya giştî bi awayekî rast û di dema xwe de bê agahdarkirin.

 

5- Wê encamên pêkanînên li ser tedbîrên bên wergirtin bişopîne, di navbera sazî û dezgehên pêwendîdar de koordînasyonê pêk bîne.

 

6- Wê xebatên mewzûata pêwîst bike.

 

Xala sêyemîn:1- Lijneya Wezîran, têkildarî pêvajoya çareseriyê ji biryara bigire bi peywir e.

 

2- Xizmetên sekreterya û koordînasyonê yên di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de tên meşandin ji aliyê Musteşariya Ewlehî û Pergala Gelemperiyê ve tên meşandin.

 

Xala çaremîn:1- Di çarçoveya zagonê de peywirên hatin dayîn sazî û dezgehên eleqedar bi baldarî dê bi cih bînin.

 

2- Kesên di çarçoveya vê zagonê de peywir girtin û bi cih anîn tu cezayên hiqûqî, îdarî nagirin.

MeriyetXALA 5 -1) Ev zagon piştî dîroka hate weşandin dikeve meriyetê.”

 

Nûçeyên têkildar