26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Felah Mustefa, vekirina nivîsgeha EU li Kurdistanê pêngaveka girînge

Çavkanî: KDP.info

Felah Mistefa berpirsê pêwendîyên derve yê hukûmeta  herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê, pêşwazîya Garet Ubrayîn şanderê  Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Îraqê kir.

Di hevdîtinekê de ku, Karwan Cemal cihgirê  berpirsê pêwendîyên derve jî amade bû, Felah Mistefa behsa kar û çalakiyên fermangeha pêwendîyên derve bi giştî û sewyeya pêwendîyên herêma Kurdistanê digel dewletyên cîhanê kir û got:

Nuha hukûmeta  herêma Kurdistanê bi fermê nûneratîya xwe li Yekêtiya ewropayê heye û nivîsgeha  Yekêtiya Ewropayê jî li herêma Kurdistanê tê vekirin. Vekirina nivîsgeha  Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê pêngaveke giring e û dê ji bo zêdetir pêxistina peywendiyên navbera Kurdistan û Yekêtiya Ewropayê di hemû waran de, hokarekî bihêz be.

Mebûsê Yekêtiya Ewropayê bo karûbarên Îraqê di axavtina xwe de behsa xebat, çalakî û bernameyê xwe bo Îraqê kir û got:
Hindek ji welatên Yekêtiya Ewropayê nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê heye. Pêwendîyên herêma Kurdistanê digel welatên Yekêtiya Ewropayê di astekî baş de ne û em bi wan pêwendîyên geş bînin in.

Felah Mistefa û mêvanê xwe behsa rêkeftinameya hevakarî û dostaniyê di navbera Îraq û Yekêtiya Ewropayê de ku, di meha gulana îsal de hatiye îmzakirin, kir û her du aliyan tekîd kir ku, ew rêketin dê rê li pêşiya berifrehbûna têkeliyan, bi taybetî pêwendîyên di warê siyasî, aborî, enerjî, baştirkirina rewşa mafê mirovî û berhingarbûna terorê de, xweş bike.

Kirîza siyasiya Îraqê û rewşa Suriyeyê mijareke din a hevdîtinê bû, di vê çarçoveyê de, Mistefa tekîd li ser helwesta serokatiya siyasiya Kurdistanê kir ku, gelê surî biraya çarenivîsê xwe dide.



 

Nûçeyên têkildar