Partiya Rizgarî a Kurdistanê: Em piştevaniyê li referandûmê dikin

Hewlêr-KDP.info-Sekereterê giştî yê Partiya Rizgarî a Kurdistanê (Rêkar Ehmed) ragihand ku ew xwesteka (Serok Barzanî) ji bona rêvebirina referandûmê wek daxwazeke rewa û kevnar ya neteweya me nizabin û bi temamî piştgiriyê lê dikin.
Sekreterê giştî yê Partiya Rizgarî a Kurdistanê, (Rêkar Ehmed) ji KDP.info re ragihand: “Em li Partiya Rizgarî a Kurdistanê xwesteka (Serok Barzanî) ji bona rêvebirina referandûmê bi armanca yekalîkirina çarenivîsa Başûrê Kurdistanê, wek xwestineke rewa û kevnar ya neteweya me dizanin û bi temamî piştevaniyê lê dikin, herwiha em dixwazin û piştrastin ku li rêya rêvebirina referandûmê dê gelê me bighê serxwebûna xwe.”
Ehmed got jî: “Cihê dilxweşiya me ye ku Kurdisan ber bi referandûmê ve dice û hemû xelkê Kurdistanê jî bi pêşwaziyê li wê pêngavê dikin û ji bo ragihandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê deqeyan dijmêrin.”
Sekereterê giştî yê Partiya Rizgarî a Kurdistanê (Rêkar Ehmed) got: “Partiya Rizgarî a Kurdistanê bi hemû hêza xwe piştgirî li helwîsta (Serok Barzanî) dike.”
Serokê Herêma Kurdistanê roja pêncşemê 3/7/2014 li Parlamentoyê gotarek pêşkêşkir û tê de ragihand ku niha derfeteke gelek baş pêkhatiye ku Kurdistan bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bide û daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kir ku li pesendkirina yasaya komîsyona hilbijartinê de lezê bikin û rapirsiya li Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem Desteya Bilinda Komîsyona Hilbijartinê dabimezrê û her wiha Parlemena Kurdistanê xwe ji bo wan rêwşuwênan amade bike ku referanduma diyarkirina çarenûsê pêwîste.




