26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Malikî dest ji serokwezîriyê bernade û Nuceyfî jî namzetiya xwe paşve kişand

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, ragihand, ew qet dest ji serokwezîriyê bernade dê li hember dengderên xwe wefadar bimîne û Usama Nuceyfî jî namzetiya xwe ji bo seroketiya parlemantoya federal a Iraqê paşve kişand.

 

Malikî, li ser daxwazên destberdana ji serokwezîriyê jî got, jixwe yên ku êrişî lîsteya me dikin dixwazin ez vê yekê bikin lê ez nikarin pişta xwe bidim dengderên xwe ku ez bi pirraniya dengan hilbijartime.

 

Serok berê yê Parlamenoya Iraqê û Serokê hevbendiya Mutehîdon Usama Nuceyfî, ragihand ku ew namzetiya xwe ji bo posta seroketiya encumena nûneran paşve dikşîne, piştî ku Malikî paşvekirşandina namzetiya xwe bo serokwezîrtiyê bi paşvekirşandina namzetiya Nuceyfî ve girê da.

 

Nuceyfî wiha berdewam kir û got: “Piştî ku Malikî dît ku rê nîne û divê dev ji namzetiya serokwezîrtiyê berde, ev bi namzetiya Nuceyfî ji bo serkoetiya parlemantoyê girê da, û ez ji guhartin û rizgariya gel ji qeyrana lidare namzetiya xwe paşve dikşînim.”

 

Tevî paşve kişandina Usama Nuceyfî, lê dîsa Malikî ragihand ku ew qet dest ji serokwezîriyê bernade.

 

Herêma Kurdistanê jî ragihandibû, eger Malikî cardin bibe serokwezîrê Iraqê emê referandoma ragihandina serxwebûnê li dar bixin.

 

Nûçeyên têkildar