Nuceyfî, çaksazî pêdivîyka bi leze û paşvexistina wê arîşeyan zêdetir dike

Serokê parlîyamenta Iraqê Usame Nuceyfî ragihand, ku di maweye çûyî de li ser hemû astan gelek hevdîtin û guftûgo navbera alîyên Sîyasî hat sazkirin.
Nuceyfî derbarê karnameya çaksazîyê ya ku ji alîyê Hevpeymanîya Niştimanî ve hatîye pêşkeşkirin got, em hêvîdarin alîyên sîyasî nîyazeka wan rasteqîne û ciddî ji bo evê mebestê hebe.
Di pişkeka dina kongira rojnamevanî de, Nuceyfî da xuyakirin ku seredana Îranê bi serokatîya Seayîd Celîlî ji bo parlîyamenta Iraqê bo diristkirina çend dîdare p guftûgo derbarê rewşa deverê û gengeşekirina tangasîya Sûrîyê bû.




