26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mistefa: Rewş wiha biçe û guhertin li gor rastiya niha neyên kirin Kurd dê rêya xwe hilbijêrin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Derbarê serxwebûnê de Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: “Em ê di pêşerojê de Kurdistaneke serbixwe bibînin. Evna jî dê aramî û ewlehiya dewletên din xurt bike.”

 

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa di hevpeyvînekê de ligel AAê de ragehand ku dewleteke serbixwe ya Kurdan ne li dinyayê û ne jî li Tirkiyê bandoreke bandoreke negatîf çênake û wiha axifî: “Lê niha ev ne di rojevê de ye. Em beriya her tiştî dixwazin pêvajoyê xilas bikin. Eger evna nebe em ê rêya xwe hilbijêrin.”

 

Mistefa ligel Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Huseyîn li Washingtonê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry civiyan. Mistefa eşkere kir ku di hevdîtinê de pêvajoya siyasî ya li Iraqê, di pêvajoyê de bandora Kurdan, jiholêrakirina qeyranê û pêşniyar û çareseriyên ji bo Iraqê hatin rojevê.

 

Mistefa derbarê pêwendiyên ku bi rayedarên Amerîkayê re datînin de jî  got: “Îro li Iraqê rastiyeke din heye. Divê çareserî li gor vê rastiyê be. Em naxwazin vegerin beriya 9ê Hezîranê. Divê herêma Kurdistanê ji hêla siyasî û aboriyê ve xurttir bibe. Em gelekî li benda cîbicîhkirina destûra bingehîn man da ku pirsgirêk çareser bibin. Lê Bexdayê gav navêt. Ji bo me demeke nû dest pê kir. Ji ber vê jî derbarê pirsgirêkên siyasî, aborî û ewlehiyê de em pêwendiyan datînin.”

 

Felah Mistefa destnîşan kir ku mafê Kurdan e biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û wiha axifî: “Divê em vî mafî bixin warê pratîkê. Dem û dîrok jî di destê me de ye. Herwiha şert û mercên li Iraqê hêviya çareseriyê nade me. Pergala federasyonê bersiv nedida daxwazên Kurdan. Ji ber vê jî em ê têkiliya xwe ya bi Bexdayê re ji nû ve saz bikin.”

 

Mistefa derbarê meseleya Kerkûkê de jî got: “Biryar di destê gelê Kerkûkê de ye. Kurdan tim li ber xwe da, lê hikûmeta navendî ya Bexdayê pêvajo asteng kir. Maddeya 140 a destûra bingehîn pêk nehat. Eger şert û mercên baş pêk hatin dê gelê Kerkûkê bi referandûmê biryara xwe bide.”

 

Mistefa derheqê têkilî û pêwendiyên bi Tirkiyê re jî wiha axifî: “Tirkiye ji bo me şirîkekî girîng e. Em memnûn in, Tirk hêdî hêdî Kurdan fam dikin û daxwazên Kurdan pêk tînin.’ Mistefa destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê ji aliyê aramiyê ve baş e û got: ’Ji ber vê jî dewleteke serbixwe ya Kurdan ne li dinyayê û ne jî li Tirkiyê bandoreke negatîf çênake. Lê niha ev ne di rojevê de ye. Em beriya her tiştî dixwazin pêvajoyê xilas bikin. Eger ev nebe em ê rêya xwe hilbijêrin. Em li ser du rêyan dixebitin. Rêya yekem Iraqeke federal û demokratîk. Rêya din jî dê Kurdên li Iraqê rêyeke din bidin pêşiya xwe.”

 

Mistefa da zanîn ku dixwazin têkilî û hevkariya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de berdewam bibe. Mistefa derbarê pêşeroja Iraqê de jî got: “Yekîtî bi zorê nabe, divê ji dil were. Eger ji dil be temam, lê bi zorê nabe. Bexdayê dixwest her tiştî ji navendê îdare bike, lê têk çûn.”

 

Mistefa destnîşan kir ku Kurd û Ereb li Iraqê du miletên bingehîn in û got: “Divê siyanetê nîşanî Herêma Kurdistanê û nasmeya Kurdan bidin. Eger ev nebe dê Kurd bi rêya xwe de biçin.”

Nûçeyên têkildar