25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Lîsta Elawî: Dewleta Kurdî pirseke navxwe ya Kurdan e

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Hevpeymaniya Niştimanî ya bi serokatiya Eyad Elawî derbarê dewleta Kurdî de ragehand ku evna pirseke navxwe ya Kurdan e û divê di ragehandina wê de jî lihevkirineke navdewletî hebe.

 

Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê û endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Mehmûd Meşhedanî di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku dewleta Kurdî pirseke navxwe ya Kurdan e û divê derbarê wê de lihevkirineke navdewletî hebe. Herwiha tekez kir ku dewleta İraqê yekîtiyeke federalî ye.

 

Derheqa maddeya 140 a destûra Iraqê de jî Meşhedanî wiha axifî: “Dema ku em derbarê serrastkiran destûrê de gehiştin rêkeftinekê, em dê helwêsta xwe rabighînin. Niha li İraqê krîzek heye û divê bidawî bibe. Ji bo vêna jî pêdivî bi nexşe-rêyekê ye berî diyarkirina namzetan bo serokatiyên Iraqê.”

 

Serowezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, di gotarekê de behsa wê yekê dike ku madeya 140 maye û ew made madeyekî destûrî ye û heta niha bi dawî nehatiye û pêwîste li gor destûr bê cîbicîhkirin, herwiha gotiye Herêma Kurdistanê ne ji mafê Kurdistanê ye rêfrandûmê encambide ji ber ku mafê çarenivîsê di destûrê de nîne.

 

Ji aliyê xwe ve jî Mueyed Teyib, peyvdarê frakisyona Hevpeymaîya Kurdistanî yê gera bûrî, ji KDP.info re ragihand:“Ew rêfrandoma ku dê bê encamdan, mafekî rewaye yê gelê Kurd û dê dibin serperiştiya nêvdewletî bê encamdan û hikûmeta Iraqê jî dikare beşdar be.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê jî îro li Parlamentoyê gotarek pêşkêşkir û tê de ragihand kuniha derfeteke gelek baş pêkhatiye ku Kurdistan bi xwe biryarê li çarenûsa xwe bide û daxwaz ji Parlemena Kurdistanê kir ku li pesendkirina yasaya komîsyona hilbijartinê de lezê bikin û rapirsiya li Herêma Kurdistanê û bi zûtirîn dem Desteya Bilinda Komîsyona Hilbijartinê dabimezrê û her wiha Parlemena Kurdistanê xwe ji bo wan rêwşuwênan amade bike ku referanduma diyarkirina çarenûsê pêwîste.

 

Hoşmîn Iniz

Nûçeyên têkildar