26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Endamekî Iraqîye, teror li Iraqê bi dawî nehatîye

Çavkanî: KDP.info

Endamê firaksîyona Iraqîye û endamê parêzgeha Dîyale Re'ed Dehlekî ragihand, ku teror li Iraqê û bi taybetî li Dîyale bi dawî nehatîye û di çend rojên çûyî de hejmarek ji terorîstan ji bo parêzgeha Dîyale vegerîyane û rewşa ewledarîya evî bajêrî têkdane.

Wek tê xuyakirin ku ev bêjedana han wek berisvekê ye bo Malikî ku wî di hevdîtinekê de digel Efser û çend serkirdeyên ewledarîyê ragihandibû ku şerr dije terorê li Iraqê bi dawî hatîye, tenê hindek girûpên biçûk mane û xwe virde wêde vedişêrin.

Hêjayî gotinê ye, ku li Tîrmehê li gorî hejmartina hukûmîya Baxdadê zêdetirîm hejmara terorîstan hatîye tomarkirin.

Nûçeyên têkildar