Turkman piştgiriyê li helwîsta Serok Barzanî bo referandûmê dikin

Hewlêr-KDP.info-Turkiman bo encamdana referandûmê li Kurdistanê, piştgiriyê li helwîsta serok Barzanî dikin û di baweriya wan de ew pêngav xalekî girînge ji bona pêşeroja Kurditanê bi hemû pêkhatên xwe.
Îro Serokê Kurdistanê li ser xwesteka xwe serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û bi armanca encamdana referandûmê ji bo diyarkirina çarenivîsa Herêma Kurdistanê û pêkhata Turkimanî li Herêmê piştgiriyê li encamdana vê referandûmê dikin.
Serokê Fraksyona Bereya Turkmenî li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Marûf, ji KDP.info re ragehand: “Em ligel encamdana rapirsiyê ne, lê di heman demê de em dixwazin mafê Turkimanan gerentî bikin, divê berî referandûmê rêkeftinekî siyasî di wî warî de hebe.”
Aydin Marûf got jî: “Em dixwazin ew kêşeyên ku li navçeyên Kurdistanî hene, bi awayekî bên çareserkirin ku di dawiyê de xwe di nav referandûmê de bibînin.”
Hevdem serokê Tevgera Dîmokrat ya Turkmanî, Kerxî Altî Bermax ji KDP.info re got: “Em piştgîriyê li helwîsta Serok Barzanî dikin ji bona diyarkirina çarenivîsa gelê Kurd li riya encamdana referandûmê, ji bow ê yekê ku navçeyên Kurdistanî yak alî bibin, ew tişta ku îro li Parlamentoyê hat encamdan, karekî neteweyî û pîroze û ev roj dîrokî ye.”




