Adil Berwarî, sazbûna encumena danûstandinê serkeftineka mezine

Şêwirmendê berê yê Nûrî Malikî ragihand, ku sazkirina encumena danûstandinê ji hemû pêkhatên sîyasîyên herêmê bo guftûgokirina arîşeyên herêma Kurdistanê bi hukûmeta navendî re, serkeftineka mezine û versiveka destûrîye bo hukûmeta navdenî.
Şêwirmendê berê yê wezîrê hukûmeta Iraqê Adil Berwearî ji PNA re ragihand, ku ji xwe ve sazbûna encumena danûstandinê ji hemû pêkhatên sîyasîyên herêmê bo guftûgokirina arîşeyên herêma Kurdistanê bi hukûmeta navendî re serkeftineka mezine.
Berwarî weha jî got, sazbûna evê encumenê di pêşerojê de gelek sûdmend dibe, ji ber ku ji destpêkê ve danûstandin digel Hukûmeta Baxdadê, helwêsta herêma kurdistanê yek deng dibe.
Weha jî da xuyakirin, ku em keyfxweşin ji bo sazkirina evê encumenê ji ber ku zêdetir bi navê hukûmetê ye.




