Serok Barzanî: Divê Herêm bibe xwedî Komisyona Hilbijartinan û çarçoveyekî yasayî ji bo Rêfrandûmê diyar bikin
__2014_07_03_h14m47s20__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serok Barzanî di rêniştina îro ya Parlamentoyê de got: “Divê Kurdistan bibe xwedî Komisyona Hilbijartinan û dive çarçoveyekî yasayî ji bona Rêfrandûmê diyar bikin.”
Di kongreke rojnamevaniyê de, Omîd Sebah, Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek li Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kir ku tê de balkişand li ser pêşhatên rewşa Iraqê û pirsa encamdana referandûmê li Herêma Kurdistanê.”
Omîd Sebah got: “Serokê Herêma Kurdistanê derbarê bûyerên Iraqê de got ku, tiştê ku niha li Iraqê diqewimin şikestina siyaseta Malikî li Iraqê ye û aşkere kir ku berî 6 mehan Herêma Kurdistanê Malikî ji rewşeke wiha agahdar kiribû, lê navborî “Guh neda wan agahdariya.”
Sebah got: “Serok Barzanî carek din balkişand ser mayîna Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û ragihand ku hêzên Pêşmerge li her cihekî bin venakişin.”
Berdevkê Serokayetiya Herêma Kurdistanê got: “Derbarê pirsa encamdana referandûmê jî li Başûrê Kurdistanê, da ku xelkê Başûr biryar li ser çarenivîsa xwe bidin de, Serok Barzanî ji parlamenteran xwest ku hevkar bin bo diyarkirina roja encamdana referandûmê li Başûrê Kurdistanê.”
Omîd Sebah herwiha got: “Ji aliyek din ve Barzanî ji parlamenteran re aşkere kir ku Piştgiriya me ya navdewletî heye û ew ên ku piştgiriya me nakin dijminatiya me jî nakin.”
Sebah got: “Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamenteran kir ku Yasaya komisyona hilbijartinan a Herêma Kurdistanê bi pejirînin û got divê Herêm bibe xwedî Komisyona Hilbijartinan û çarçoveyekî yasayî ji bo Rêfrandûmê diyar bikin.”
Civîna Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza Barzanî hatibû lidarxistin, di destpêkê de Barzanî ligel Serokê Parlamentoyê û serokê frakisyonên di nava Parlamentoya Kurdistanê de civiya û piştire gotarek di hola parlamentoyê de pêşkêş kir.




