Xelkê Amîdiyê li pêşiya Parlamento daxwaza damezrandina dewleta Kurdî dikin

Hewlêr-KDP.info- Himarek mezin ji xelkê devera Amîdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, kombûnek li pêşiya Parlamentoya Kurdistanê saz kirin û tê de daxwaza damezrandina Dewleta serbixwe ya Kurdistanê kirin.
Di vê bare de parlamenterê Partiya Dîmokrat a Kurdistanê (PDKê), Nazim Herkî ji KDP.info re ragihand: "Me pêşwazî li wan kesan kir ku ji pêkhatên corbicor pêkhatibûn, yadaştek dan me û tê de daxwaza damezrandina dewleta Kurdî dikin, me jî soz da wan ku daxwaza wan bighînin serokayetiya Parlamentoyê.”
Herkî got jî: “Du piroje yasa ji bo danîna desteya bilind ya Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê hatine amadekirin û heta ku ew desteye jî neyê hilbijartin, asankarî ji bona Rêfrandûmê nayê kirin, lê biryare di demekî nêzîk de ew desteye bê hilbijartin û ji bona Rêfrandomê bê amadekirin.”




