25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakisyonên nava Parlamento serdana Serok Barzanî bi girîng dizanin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Frakisyonên cuda yên nava Parlamentoya Kurdistanê serdana Serok Barzanî bo Parlamento bi girîng dizanin û daxwaz din ku serdanên wiha berdewam bin.

Parlamenterê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, Zana Ebdulrehman, ji KDP.info re ragihand: Serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Parlamento girîng e û hêvîdarim ku di pêşerojê de ev serdan berdewam bin û Parlamento bibe lêvegerek ji bona biryaran, lewra em dibînin ku vê serdane cihê rêzeke mezinin.

Ji aliyê xwe ve jî, parlamentera Yekirtûya Îslamî ya Kurdistanê,  Behar Ebdulrehman ji KDP.info re ragihand: Girîngiya serdana Serok Barzanî di wê yekê de ye ku şeriyetê dide lêvegera biryardanê ku Parlamentoye û dixwaze nêrîna hemû aliyan webigre ji bo her pirsekî çarenivîsê, ne ku bi tena xwe biryarê bide.

Hevdem parlamenterê Tevgera Goran, Umer Înayet ji bo KDP.info amaje da ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê cihê dilxweşiya wane û pêngaveke erêniye, hêvîdarin ev serdan berdewam bin, ji ber ku hatina hatina kesayetiyekî mîna Serokê Herêma Kurdistanê di astekê wisa bilind de, girîngiya xwe heye.

Nûçeyên têkildar