26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Polîtburoya KDP pîrozbahîya Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê dike

Çavkanî: KDP.info

Bi boneya salvegera damezrandina Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê, polîtburoya KDP peyameka pîrozbahîyê arasteya sekreterê evê partîya û polîtburoya Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê kir.

Eve jî tekesta vê peyamê ye:

Birayê me yê birêz Kake Heme Hacî Mehmûd sekreterê Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê ya têkoşer, birêzên endamên polîtburo û serkirdayetîya giştî û endam û alîgirên Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê.

Bi boneya salvegera damezrandina Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê, em gerimtirîn pîrozbahîya we dikin, em hêvîdarin ku ev bona han bibe bi paldanek ji bo pêşkeftin û geşedana zêdetira Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê, ev partîya han nîşana bizava rizgarîxwaza gelê me ye, ku we gelek qurban ji bo armanc û mafên rewayên gelê Kurdistanê we da eve jî cihê şanazîyê ye.

Îro di rewşekê de em boneya damezrandina Partîya we dikin, ku gelek kêşe li ber rêya gelê me ne, guhartinan deverê jî bilezin û pêşeroja doza rewayîya gelê me jî keftîye bin bandor û egerên evan guhartinan, ev hemû jî pêdivî bi yekrêzî û komdengî û hemahingî û karê hevpişka alîyên Kurdistanî hene, me gelek bawerî heye ku Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê dikare digel me û hevpeymanîyên me re roleka girîng bileyze bo rêkxistina nav mala Kurdistanî û yekbûna îradeya sîyasîya me bo berevanîya destkeftîyên me û gavdanan bo bi destxistina armanca gelê me.

Em serê xwe ji gîyana hemû şehîdên Partîya Soşîyalîsta Demokrata Kurdistanê û hemû şehîdên rizgarîxwazên Kurdistanê diçemînin.

Polîtburoya
Partîya Demokrata Kurdistanê
07/08/2012

Nûçeyên têkildar