25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Kurdistanê helwêsta Kurdan gehande rayedarên Amerîkî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şanda Herêma Kurdistanê li Amerîkayê di çendîn civîn û hevdîtinan de ligel berpirsên hikûmî, sektora taybet û medyayê, helwêsta serkirdayetiya Kurdistanê li ser rewşa niha ya Iraqê û Kurdistanê diyar kirin.

 

Li gor Basnews, li ofîsa Kongres û Senatoyê, şanda Kurdistanê behsa rewşa nearamiya li Iraqê û şikestina artêşa Iraqê di demeke kurt de kirin. Şanda Herêma Kurdistanê ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa pêk dihat, di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de, ligel hejmarek berpirsên sektora taybet civiyan ku ji aliyê USKBC ve hatibû organîzekirin û armanc behskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û İraqê bi giştî bû.

 

Şanda Kurdistanê sipasiya wan şirketan kirin ku heta niha li ser karê xwe berdewam in û baweriya wan bi hikûmeta herêmê û aramiya Kurdistanê heye û gotin: ‘’Herêma Kurdistanê bi saya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê aram e.’‘ Herwiha guhertinên vê dawiyê, sedemên derketina krîza siyasî li İraqê û çawahiya dîtina mekanîzmayekê bo çareserkirina rewşê mijareke din a civînê bû.

 

Her di berdewamiya civînê de, şanda Kurdistanê ligel berpirsên Amerîkî, li herdu ofîsên Kongres û Senatoyê berpirsên asayîşa neteweyî û peywendiyên derve jî dîtin. Di vê hevdîtinê de behsa şerê bi terorê re jî hat kirin ligel nirxandina rewşa niha ya Iraqê û dîtina çareseriyekê bo arambûna rewşê.

Nûçeyên têkildar