26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Barzanî pîrozbahîya rojnameya El-Meda kir

Çavkanî: KDP.info

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi boneya salvegera derçûna Rojnameya Meda peyameke pîrozbayî pêşkêşî Edîtorê rojnameya han Fexrî Kerîm kir ku, ev jî tekesta vê ye;

Birayê birêz Edîtorê Rojnameya Meda Fexrî Kerîm

Silav li we be

Di salvegera derçûna Rojnameya Meda de gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we û bi rêya we jî pêşkêşî tevahiya Rojnamewan û desteya Nivîskarên rojnameya han dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftina baştir bo we dixwazim hevdem hêvî dikim di karwana pîşeyiya xwe û parastina azadî, azadiya raman û parastina destkeftên heyî û demokrasî de jî berdewam bin û weke çapemeniyek ku, dengê rastgûyî hildabe ji bo Îraqê xebatên xwe bidomînin.

Rojnameya Meda piştî 9 salan ji derçûna xwe gelek pêşketiye û niha bûye weke meydaneke nîştimanî ya azad û destpak û cesûr û bûye weke tovek ji tovên çapemeniya demokrat û rastîn bo xizmet kirina rastî û parastina mafên welatiyan.

Gerimtirîn silavên xwe pêşkêşî tevahiya stafa rojnameya Elmeda û tevahiya wan kesan dikim û di pêşde birina rojnameya han de xwedan rolin û hêviya serkeftina zêdetir ji tevahiya we û rojnameya we re dixwazim.

Birayê we
Serokê herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
7.8.2012

 

Nûçeyên têkildar