26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Gotara Malikî bê nirxe… Rêfrandûm mafekî destûrî ye

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-   Dr. Mihemed Bazyanî, dibêje: “Ew gotara pir êrîş ya Malikî, bê nirx e û tu behayek jêre nîne, tenê ji bona bilindkirina morala leşkerê wî bû, dewletek bi navê Iraqê nemaye û ev dewlet perçe perçe bûye.” Ji aliyê xwe ve jî, Mueyed Teyib tekez dike ku “destûra Iraqê dibêje, eger yekperçebûna Iraqê nema, her neteweyek mafê wî heye biryarê li ser çarenivîra xwe bide û dibêje: Niha Iraq ne yekgirtîye û ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”

Serowezîrê Iraqê, Nûrî Malikî, di gotarekê de behsa wê yekê dike ku madeya 140 maye û ew made madeyekî destûrî ye û heta niha bi dawî nehatiye û pêwîste li gor destûr bê cîbicîhkirin, herwiha gotiye Herêma Kurdistanê ne ji mafê Kurdistanê ye rêfrandûmê encambide ji ber ku mafê çarenivîsê di destûrê de nîne, ji aliyê xwe ve jî peyvdarê frakisyona Hevpeymaîya Kurdistanî yê gera bûrî dibêje: “Li gor destûr madeya 140 hatiye cîhbicîkirin û ji ber ku Iraq yekgirtî nemaye ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”

Mueyed Teyib, peyvdarê frakisyona Hevpeymaîya Kurdistanî yê gera bûrî, ji KDP.info re ragihand: “Hêzên pêşmerge bi çûna xwe ji bo navçeyên Kurdistanî yên vegeryayî ser Herêma Kurdistanî, çûn nav xaka xwe, me dixwest li gor destûr çarenivîsa wan navçeyan diyar bikin, lê xuyaye Bexda niyeta bi cîh anîna wê madeyê nebû, lewra mafê me ye ku em destûr cîvbicîh bikin û pêwîsteî bi hikûmeta navendî nîne.”

Teyib got jî: “Mdeya 140 bi cîh bûye û niha tu pêwîstî bi cîhbicîhbûna wê nîne, ew tiştên ku Malikî dibêje nerastin, Herêmê destûr cîhbicîh aniye, eger niyeta Bexdayê heba, dê di van 10 salan de bicîhanîba.”

Derbarê rêfrandomî jî Teyib got: “Ew rêfrandoma ku biryare bê encamdan, mafekî rewaye yê gelê Kurd û dê dibin serperiştiya nêvdewletî bê encamdan û hikûmeta Iraqê jî dikare beşdar be.”

Peyvdarê frakisyona Hevpeymaîya Kurdistanî yê gera bûrî got: “Destûra Iraqê dibêje, eger yekperçebûna Iraqê nema, her neteweyek mafê wî heye biryarê li ser çarenivîra xwe bide û dibêje: Niha Iraq ne yekgirtîye û ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ew jî li gor xelkê xwe, lewra ne li dijî destûre û ne jî li dijî wan mafên ku Neteweyên Hevgirtî dane hemû neteweyên cîhanê.”

Ji aliyê xwe ve, berpirsê sentera Huda bo lêkolînên sitratîcîk, Dr. Mihemed Bazyanî, ji KDP.info re ragihand: “Ew gotara gotara pir êrîş ya Malikî, bê nirx e û tu behayek jêre nîne, tenê ji bona bilindkirina morala leşkerê wî bû, dewletek bi navê Iraqê nemaye û ev dewlet perçe perçe bûye.”

Bazyanî got jî: “Artêşa Iraqê nemaye û careke din Sûne razî nabin Şîe hikûm be ser wan de bikin, Sûne jî razîne Kurd bibin dewletekî serbixwe û navçe vegerin ser Herêma Kurdistanê, ne Malikî Hikûm li wan bike.”

Nûçeyên têkildar