26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dîsa herêma Kurdistanê dest bi hinaredeya petrolê kir

Çavkanî: KDP.info

Berpirsekî mezin di hukûmeta herêma Kurdistan ragihand, ku herêma Kurdistanê dîsa petrola xav roja sêşemê bi rêyeya 100 bermîl hinarede dike.

Di evê derbarê de li gorî ajansa Reuters, ji zarê wî berpirî wiha veguhastiye, “Wek me soz dabû, duhî saat 12:00 me dest bi henardina petrola xav kir.”

Wî berpirsî got jî, “Em ê petrola xwe ya xav bi rêya 100 hezar bermîl di rojê de di vê mehê de bidomînin, lê eger Bexda pereyên kompaniyên petrolê yên li herêmê kar dikin nede em ê car din henardina petrolê rawestînin."
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nîsana borî de ji ber wê pirsgirêkê henardina petrola xwe rawestandibû.
Berpirsekî di kompaniya petrola bakur a hikûmeta Iraqê de jî destpêkirina henardina petrola herêmê piştrast kir.
Ji alîyekî din ve wezareta samanên siroştî ragihand, ku " ji bilî dudilîya kompanîya petrola cîhanê (IOCs) ya li herêma Kurdistanê bo şandina petrolê bi rêya hukûmeta navendî bê ku ti garantîyek bo pêdana pişkek ji paran hebe, kompanîyên petrolê razîbûn da ku disa roja 100 hezar bermîl hinardeya derve di rojê de bike".
 

Nûçeyên têkildar