26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî dupat kir: Her çareseriyek ji bo arîşeyan pêwîste li ser bingeha vê rewşa nû be

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di civînekê de ligel şandeke Ferensî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku rewşa Iraqê berî bûyerên Mûsilê û piştî wan bûyeran gelek ji hev cuda ye û dûpat kir  ku her çareseriyek ji bo arîşeyan pêwîste li ser bingeha vê rewşa nû be.

 

Nêçîrvana Brazanî di hevdîtinekê de ligel şandekê ji Wezareta Derve ya Fransa de, bi serokatiya berpirsê Afrîqa û Rojhilata Navîn di wezaretê de Jean Francois Jirou ku îro, Çarşemê, li Hewlêrê birêve çû, rewşa Iraqê û pêşhatên nû hatin gotûbêj kirin.

 

Di destpêkê de Jean Francois Jirou amaje kir ku pirsa terorê pirsek navdewletî ye û rûbirûbûna wê erkê civaka navdewletî ye, herwiha diyare kir ku pirsa terorê li Iraqê ne tenê bi riya leşkerî tê çarserkirin, lê  pêwîstiya wê bi çareseriya siyasî jî heye.

 

Ji aliyê xwe Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Baraznî ragihand ku rewşa Iraqê berî bûyerên Mûsilê gelek cuda ji rewşa piştî wan bûyeran, pêwîstiya rewşa Iraqê bi xwendineke nû heye, her çareseriyek bo arîşeyan pêwîste li ser bingeha rewşa nû be.

 Herwih Nêîrvan Barzanî sipasiya Fransa kir li ser wan peywendiyên wê ligel Herêma Kurdistanê.

 

Nûçeyên têkildar