25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî û Ehmed Cerba rewşa Sûriyê û deverê nirxandin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê û Serokê Îtîlafa Nîştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê rewşa Sûriyê û deverê nirxandin û Mesrûr Barzanî diyar kir kupiştrast bûn bi pêşerojê dibe sedema bihêzbûna baweriya navbera tevahiya pêkhateyên heyî yên li deverê de û ev yek jî dibe sedema çêbûna aştî û bihevre jiyaneke azad û bi vê rengî jî rewşa Sûriyê, Iraq û tevahiya deverê aram dibe.

Mesrûr Barzanî, Şewirmenê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê Îtîlafa Nîştîmanî ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Cerba kir.

Di hevdîtineke de her du alî behsa rewşa Sûriyê û Iraqê kirin û dilgiraniya xwe ya li hember rewşa dawî ya Îraqê û berfire bûna metirsiya terorê diyar kirin.

Di beşeke din ya vê ehvdîtina han de Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Civata navnetewî li hember rewşa Sûriyayê kêmkarî kiriye û ew yek jî bûye sedema zêdebûna hêzên tundrew û tundûtîjî û ev tişta ku niha li Îraqê de jî diqewme dom kirina şaştiyên Sûriyayê ye.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku jiber şaştiyên desthilata Bexdayê û çewt bûna pergala desthilatdarî bûne sedem ku derfeteke beş bo bilez pêş çûna tundûtîjî li Îraqê çê bibe.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Cebra jî eşkere kir ku nabe şaştiyên ku li Sûriyê hatine kirin li Iraqê de jî dûbare bibin û lazime daxwazên suneyan ji terorê werin cuda kirin û hewlên çareseriya siyasiyane bo kêşeya suneyan were dayîn daku bi vê rengî teror nikarêbe berfire bibe û pêşde biçe.

Li hember de jî Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku dibe wenêrîneke girîng ji pergala desthilatdariya Iraqê re were kirin û tevahiya pêkhateyên Iraqê bibin xwedan mafa wê yekê ku biryar li ser çarenivîsa xwe bidin jiber ku piştrast bûn bi pêşerojê dibe sedema bihêzbûna baweriya navbera tevahiya pêkhateyên heyî yên li deverê de û ev yek jî dibe sedema çêbûna aştî û bihevre jiyaneke azad û bi vê rengî jî rewşa Sûriyê, Iraq û tevahiya deverê aram dibe.

Nûçeyên têkildar