26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî bo Frans 24: Serxwebûna Kurdistanê bûye rastî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku ew reşa niha hatiye pêş derencama wê siyaseta şikestî û şaş e ku li Iraq û navçeyê heye û ragihand ku serxwebûna Kurdistanê bûye rastî.

 

Mesrûr Barzanî, di hevdîtinekê de ji televizyona Frans 24ê re got: “Eger em niha berê xwe bidin Iraqê dibînin ku çendîn grûbên Sunne hene li dijî polîtîkayên Bexdayê ne, lê ne ser bi DAIŞ’ê ne, lê ev derfet ji bo xwe bikaranîne bo bilindkirina dengê xwe û DAIŞê jî ji vêna sûd wergirtiye.”

 

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê de jî Mesrûr Barzanî wiha axifî: “Di derencama bûyerên vê dawiyê de, Herêma Kurdistanê bûye navçeyeke defakto ya serbixwe, lê ligel hêna jî hê ji aliyê civaka navdewletî ve wek dewleteke serbixwe nehatiye naskirin.”

 

Li ser beşdarbûna çekdarên biyanî di nav rêzên DAIŞ’ê de yên li Iraqê, Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Agahî di destê me de hene ku gelek hevwelatiyên welatên Ewropayê di nav rêzên DAİŞ’ê de hene, yekem car ji bo şer çûn Sûriyê û ji wir jî niha hatine Iraqê.”

 

Nûçeyên têkildar