Serok Barzanî û Cerba qeyrana Sûriyê nirxandin
__2014_07_02_h19m55s47__BA.jpg)
Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê û Cerba pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê û qeyrana Sûriye û her wiha tehdîdên terorîstan yên li ser asayîşa navçeyê hatin nirxandin.
Îro çarşem 02.07.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed El Cerba Serokê Îtîlafa Nîştîmanî ya Sûriyê kir.
Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê û qeyrana Sûriyê û her wiha tehdîdên terorîstan yên li ser asayîşa navçeyê hatin nirxandin.
Her wiha li vê civînê de bûyerên vê dawiyê yên Iraq û kontrolkirina navçeyên Sûnnenişînên Iraqê ji aliyê hêzên çekdaran û terorîstan ve hate guftûgokirin.




