26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî, bi cudabûna Goran ji YNK barê KDP giran tir kirîye

Çavkanî: KDP.info

Fazil Mîranî sekreterê Polîtburoya KDP ragihand, ku ti carî KDP ji hev nêzîkbûn û yekgirtina YNK û bizava Goran netirsîye, weha jî da nîşandan ku cudabûna Goran ji YNK barê KDP giran tir kirîye.

Mîranî ji AKnewsê re daxuyand, “Ti demekê bi me nexweş nebûye ku nêzîkbûnek navbera YNKê û Goran hebe, ji be berê jî Goran û YNKê yek bûn û em jî hevpeymanên wan bûn.”

Mîranî got jî, “Bi cudabûna Goran ji YNKê barê PDKê girantir bûye, niha jî ku Goran û YNKê ji hev nêzîk dibin em hêvîdarin dubare bigihine hev, ji ber em û wan her hevpeymanên hev in.”

Mîranî axaftina xwe wiha domand, “Ti demekê tirsa me ji nêzîkbûna wan nebû û nabe jî, ji ber her YNKê berê ku Goran tevî bû û me şer jî kiriye û me li hev jî kiriye û dubare em bûne hevpeyman.”

Mîranî wiha pê de çû, “Raste niha digel Goran aloziyeke me heye, lê her dostê me ne û ez bawerim çareser dibe, em ê wiha jî bikin ku bandora wê li ser rewşa siyasî ya herêmê nebe.”


 

Nûçeyên têkildar