Ji ber parastina asayişa neteweyî.. Dê têkeliya mîdiya ligel Pêşmergeyan li eniyên şer bê rêkxistin

Hewlêr-KDP.info-Sekerterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand ku her berbipêşçûnek li eniyên şer de hebe dê di riya odeya operasyonên hêza Pêşmerge re bidin dezgehên ragihandinan û dibêje ku dê têkeliya mîdya ligel hêzên Pêşmergeyan li eniyên şer bê rêkxistin, ji ber ku çûna hinek ji rojnamevanan bo eniyên şer dibû sedem ji bo lêdana bingehên Pêşmergeyan.
Cebar Yawer, Sekerterê giştî yê Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand: “Ji ber parastina asayişa neteweyî û hestê bilind yê Pêşmergeyan, em tu amarekê derbarê hijmara şehîd û birîndaran belavnakin.”
Yawer, herwiha got: “Dê têkeliya mîdya ligel hêzên Pêşmergeyan li eniyên şer bê rêkxistin, ji ber ku hinek ji wan dezgehên ragihandinê rasetrast diçûn eniyên şer û wêneyê cihên pêşmergeyan digirtin, piştre ew yek dibû sedem ku terrorist mifayê bistînin û gelek caran ew wêne bûne hokar ji bo gêdana bingehên Pêşmergeyan, lit u welatekî çênebûye ku rojnamevan biçe eniyên şer û bi kêfa xwe wêneyan bigre û bughaze.”




