Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îranê Yê Li Bexdayê Civiyan
Îro birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Îranê yê li Bexdayê Hesen Danayîfer kir.
Di hevdîtineke de ku, Balyozê Îranê yê li Hewlêrê jî tê de beşdar bû, Danayîfer bi minasebeta destbikar bûna birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê ji re xwest.
Di hevdîtineke de her dû alî behsa peyvendiyên heyî yên di navbera Îran û Kurdistanê de û herwiha çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Di dirêjahiya vê hevdîtina han de her dû alî behsa rewşa niha ya Îraqê û kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û hewlêrê de kirin




