26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bêjedarê KDP her rêkeftineka KDP digel Turkîya bo lêdana PKK ret dike

Çavkanî: KDP.info

Bêjedarê fermîyê polîtburoya KDP ragihand, ku ew nûçeya ku rojnameya Hevwelatî  behsa " rêkeftina KDP digel hukûmeta Turkîya ji bo lêdana PKK" re dike.

Di heman demê de tekezî dike ku sîyaseta herdemîya KDP bo hemû parçeyên Kurdistanê bi rêya dîyalogan e.

Endamê polîtburoya KDP û bêjedarê fermîyê KDP Cefer Îbrahîm di pêwendîyekê ji PNA re ragihand, ku ew nûçeya ku rojnameya Hevwelatî  behsa " rêkeftina KDP digel hukûmeta Turkîya ji bo lêdana PKK" dike dûre ji rastîyê û tekezî li ser vê çendê kir, ku " KDP ti carî bo lêdana yan zîyangihandina bi xebata neteweyîya herçar parçeyên Kurdistanê bi ti hêzên herêmê re rênakeve."

Bêjedarê fermîyê KDP weha jî da xuyakirin, " sîyaseta herdemîya KDP derbarê mafêb kurd li hemû parçeyên kurdistanê de tekezî li ser çareserkirina arîşeyên Kurd bi rêya aştîyê û dîyalogê dike."

Wek tê xuyakirin, ku rojnameya hevwelatî di hejmara xwe ya "860" de, duhî duşemê 6 tebaxê manşêtek belavkirîya: " KDP bo lêdana PKK digel Turîya rekeftîye".

Nûçeyên têkildar