Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê ne neçare ku çarenivîsa xwe bide destê rewşeke aloz û nediyar

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê bi berpirisê karûbarên Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya wezareta derve ya Franseyê re civiya û di wê hevdîtinê de ragihand ku gelê Kurdistanê ne neçare ku çarenivîsa xwe bide destê rewşeke aloz û nediyar û baca şaştiyên kesên din bide û Kurdistan li hember rewşa niha ya Iraqê ne berpirisyare jiber ku ev rewşa han encama siyasetên şaş û şerê oliye.
Îro sêşemê 1/7/2014, li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya berpirsê karûbarên Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn ya wezareta derve a Franseyê Jan Francisco Jirot û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya li hember ev hevdîtina han diyar kir û behsa rewşa siyasî û qirîza siyasî û ewlekarî ya Iraqê kir û ragehand ku teror metirsiyeke gelek mezine li ser Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê.
Heyeta Fransî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku lazime kêşeyên siyasî û yên ewlekarî ji hev werin cudakirin û pêwîste daxwazên welatiyên sune ji yên DAŞIê jî werin cudakirin.
Heyet anî ziman ku eger kêşeyên siyasî yên Iraqê bi vê rengî bidomên vê Iraqê parçe bibe û herwiha spasiya Serok Barzanî û hêzên pêşmerge jî kir ku karîne beşeke mezin ji welat biparêzin û hevkariya wan Penaberan bikin ku ji beşên din yên Îraqê hatine Kurdistanê bi taybetî Mesîhiyên Iraqê.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serok Barzanî jî jibilî bixêr hatin kirina heyeta mêwan, derbarê rewşa siyasî, ewlekarî û êrîşên terorîstan yên li Iraqê de jî diyar kir û got: “Beriya çend mehan me ji vê qirîza han Serokwezîrê Îraqê hayedar kiribû û jê re ragehandibû ku rewşa Mûsilê gelek aloz û metirsîdare lêbelê Serokwezîrê Iraqê şîretên me bi cidî wernegirt.”
Serok Barzanî bi bê rengî axaftinên xwe domand: “Berpirsiyariya serekî ya vê qirîza han dikeve stuyê desthilatdarên Bexda, tundrew û terorîstan û terorîs fêde ji siyasetên şaş yên Malikî wergirtin û karên li deverên sunan de cêha xwe çê bikin.”
Derbarê siyaseta Kurdistanê jî ya li hember Iraqê de jî Serok Barzanî got: “Kurdistan bi tevahiya hêza xwe ve sînorên xwe û welatiyên Kurd diparêze û bersifa her cure êrîşekî terorîstan dide û Kurdistan bi ti awayî nabe beşek ji şerê olî û etnîkî li Iraqê de û çareseriya qirîza han û kêşeyên heyî jî bi tenê ne rêbaz anjî çareseriyeke leşkeriye lazime di warê siyasî de di nava prosesa siyasiya Îraqê de guhertin were kirin.”
Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku gelê Kurdistanê ne neçare ku çarenivîsa xwe bide destê rewşeke aloz û nediyar û baca şaştiyên kesên din bide û Kurdistan li hember rewşa niha ya Iraqê ne berpirisyare jiber ku ev rewşa han encama siyasetên şaş û şerê oliye.




