Erdogan bû namzedê AKPê ji bo serokomariya Tirkiyê
__2014_07_01_h16m53s38__BA.jpg)
Tirkiyê-KDP.info- Serokwezîrê niha yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi awayekî fermî ji aliyê partiya xwe ve Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ji bo serokomariya Tirkiyê hat namzedkirin.
Îro sêşemê 1/7/2014 ji aliyê alîkarê serokê Partiya Dad û Geşedanê yê Tirkiyê Mihemed Elî Şahîn ve Receb Teyîb Erdogan weku namzetê partiya xwe hate destnîşan kirin.
Mihemed Elî Şahîn di rêûresma aşkirakirina navê namzetê Partiya AKP bi amadebûna 4 hezar kes, serokwezîrê Tirkiyê yê niha Receb Teyîb Erdogan bo hilbijartinên serokayetiya komara Tirkiyê hate destnîşan kirin.
Duh jî Partiya Demokratiya Gelan HDP jî Selahedîn Demirtaş weku namzetê partiya xwe bo serokomariyê hate hilbijartin.
Her yek li MHP û CHP jî Ekmeldîn Ihsanoglu weku kandîdê hevbeş yê partiya xwe diyarî kirin.
Hilbijartinên serokayetiya komara Tirkiyê biryare di 10 tebaxa îsal de birêve biçe.




