Ji bo encamdana rêfrandûmê.. Parlamento dê yasaya Komisyona hilbijartin û rêfrandûmê bipejirîne

Hewlêr-KDP.info- Perlemanterekî Kurdistanê dibêje ku wan daxwaz kiriye komîteyeke demkî bê çêkirin ji bona ku ji aliyê yasayî lêkolînan derbarê rewşa niha ya wan navçeyên kurdistanî encambidin, heta ku bi zûtirîn dem yasaya Komîsyona hilbijartin û rêfrandûmê bê derxistin û dibêje: Em dixwazin li gor yasa û li gor Komisyoneke taybet bi Herêma Kurdistanê rêfrandûmê bikin.
Fiset Sofî, perlemanterê frakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji KDP.info re ragihand: Em dixwazin yasaya Komîsyona hilbijartin û rêfrandûmê bipejirînin, ew yasaye dê ji bo wê yekê be ku her demekê biryara rêfrandûmê li Kurdistanê hat dan, em li gor yasayê û li gor Komisyoneke taybet bi Herêma Kurdistanê bikaribin vê piroseyê encam bidin.
Sofî got jî: Piraniya perlemanteran daxwaz kirin ku komîteke demkî bê çêkirin ji bona encamdana lêkolînên yasayî derbarê wê rewşa niha li navçeyên Kurdistanî, herweha em dixwazin bi zûtirîn dem yasaya hibijartinan û rêfrandûmê derbixin, ji bo ku em bizanin di pêşerojê eger her rêfrandûmek li Herêma Kurdisytanê hat encam dan, Komisyoneke me jî hebe û bikaribin di rêya wê komîsyonê de vegerin bo raya gelê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC got ew ligel Parlamentoya Kurdistanê mijûlî diyarkirina roja referandoma serxwebûna Kurdistanê ye, Parlamentoya Kurdistanê dê roja encamdana referandomê diyar bike û diyar kir ku ew biryar ne ya wî nîne, lê belê biryara gelê Kurd e, û tekez kir ku Kurd ne amadene careke din di rewşeke pir kêşe de bimîne.




