26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Necîbe Necîn: Ez nûnera wan fermanberên Kurdistanî me yên ku mûçeyên wan hatiye birîn

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info-“Endama Civata Nûnerên Iraqê Necîba Necîb ku îro di rûniştina parlamentoya Iraqê de berevanî li mafê xelkê Kurdistanê de kiribû, ragihand: Ez nûnera wan fermanberên Kurdistanî me, yên ku mûçeyên wan hatiye birîn û derbarê wê biryarê bêdeng nabim.”

 

Endama Civata Nûnerên Iraqê Necîba Necîb, ji KDP.info re ragihand: “Malikî îro di rûniştina sûndxwarinê ya Parlamentoyê de amadebû, min jî bi girîng zanî ku berê xwe bidin hemû perlemanteran û Malikî jî  û ji wan re bêjim: Ev 6 mehin û bi bê ti hêncetên yasayî û destûrî, mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatiye birîn.”

 

Necîba Necîb, got jî: “Şîe bi giştî û Dewleta Qanûnê bi taybetî nerazî bûn ji wê axaftina min ku xemeke mezine li ba me û nabe em derbarê wê bêdeng bin, lê Malikî bi xwe tiştek negot û ti bersiva wî nebû.”

 

Endama Civata Nûnerên Iraqê Necîba Necîb, herwiha got: “Malikî di civîna sûndxwarina perlemanteran de amade bû, lewra min jî, jêre got ku gelê Kurd jî beşeke ji vî welatî û divê mûçe û bûdceyê welatiyan neyê birîn , ez jî wek nûnera Kurdan axivî, ji ber ku ez nûnera wan fermanberên Kurdistanî me, yên ku mûçeyên wan hatiye birîn, lê Malikî bê bersiv bû.”

Nûçeyên têkildar