25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dêrik.. Asayişa PYDê Endamekî PDK-Sê bin çav kirin

Çavkanî: KDP.info

Bakurê Kurdistanê-KDP.info-Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hêzên asayişê avêtin ser mala endamekî polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) û endamekî din ê wê partiyê jî girt.

Polîtbîroya PDK-Sê di daxuyaniyekê de got ku duh duşemê hevalekî wan bi navê Haşim Îbrahîm Miho li Dêrikê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve hat girtin”.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev cara duyeme Haşim ji aliyê wan “çekdaran” ve tê girtin bi hênceta ku “di kongreya damezirandina PDK-Sê de beşdar bûye”.

PDK-Sê di daxuyaniya xwe de herwiha got ku roja yekşemê “çekdarên PYDê avêtin ser mala endamê polîtbîroya wan Mihemed Elî”.

PDK-Sê tevî şermezarkirina girtin û avêtina ser malên endamên wê, ragihand ku “ev kar bi tenê xizmeta rejîma dektator û dijminên gelê Kurd dikin”.

PDK-Sê herwiha ji PYDê xwest ku endamên wan Haşim Îbrahîm Miho û serkirdeyê wan Hisên Îbiş û “hemû girtiyên din ên siyasî yên di zindanên wan de berde”.

Nûçeyên têkildar