Serok Barzanî bo BBC: Parlamentoya Kurdistanê dê roja encamdana referandomê diyar bike

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku Parlamentoya Kurdistanê dê roja encamdana referandomê diyar bike û diyar kir ku ew biryar ne ya wî nîne, lê belê biryara gelê Kurd e, û tekez kir ku Kurd ne amadene careke din di rewşeke pir kêşe de bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC got ew ligel Parlamentoya Kurdistanê mijûlî diyarkirina roja referandoma serxwebûna Kurdistanê ye, Parlamentoya Kurdistanê dê roja encamdana referandomê diyar bike û diyar kir ku ew biryar ne ya wî nîne, lê belê biryara gelê Kurd e, û tekez kir ku Kurd ne amadene careke din di rewşeke pir kêşe de bimîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC got ku ew ligel Parlamentoya Kurdistanê mijûlî diyarkirina rojekê ne ji bo destpêkirina referandoma derbarê serxwebûna Kurdistanê de.
Mesûd Barzanî herwiha got “Iraq bi xwe niha perçebûye û biryara serxwebûna Kurdistanê ne biryara min e, lê belê biryara xelkê Herêma Kurdistanê ye”.
Derbarê dema encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî ragihand ku dema destpêkirina referandomê “pirsgirêka çend mehekê ye”.
Serokê Herêma Kurdistanê got ku destpêkirina referandomê “pilana wê hatiye danîn û bi tenê dema wê maye”.




