Dadgeha Komarî ya Bilind li Tirkiyê destûr da Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê

Tirkiyê-KDP.info- Dadgeha Komarî ya Bilind li Tirkiyê, destûr da damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê ( PDK-T) û ragihand, çi astengên qanûnî li pêşiya bikaranîna peyva Kurdistanê nîne.
Demeke beriya niha PDK-T bi serokatiya Mehmet Emîn Kardaş, ji bo wergirtina mohleta fermî serî li wezarata navxwe ya Tirkiyê dabû, wezeratê daxwaza rêveberiya partiyê qebûl kiribû. Niha jî dadgeha bilind li ser vê mijarê biryara xwe da.
Li gorî biryara dadgehê, çi astengên qanûnî li pêşiya damezrandina vê partiyê nîne û bikarînana peyva Kurdistanê ne li dijî yasayê ye.
PDK-T yekem mohlet ji wezerata navxwe ya Tirkiyê wergirtibû lê ji bo ku partî bikare xebatên xwe yên siyasî bimeşîne, divê dadgeha bilind jî ev biryar erê kiriba, herî dawî dadgeha bilind li Tirkiyê biryar da ku damezrandina vê partiyê ne li dijî yasayên Tirkiyê ye.




