26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Belênderên Dihokê amadeya xwe bo piştevanîkirina hêzên pêşmerge diyar kirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Parêzgerê‌Dihokê‌di civatekê‌de ligel belênderên Dihokê‌komîteyek pêkanîn ji bo komkirina harîkariyan bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê û pêşkêşkirina piştevaniyê ji wan re.

 

Parêzgarê Dihokê Ferhad Emîn got: “Hatina welatiyan ji bajêrê Mûslê qeyraneke aborî û siyasî li herêmê peyda kiriye bi taybetî li Dihokê û her dîsa evê rewşê guhertinên cugirafî jî dirustkiine û pêwîste harîkarî bo deverên maddeya 140 jî bêkirin ku niha bo Kurdistanê vegeriyayîne.”

 

Parêzgarê Dihokê xuya jî kir ku pêşmerge û leşkerê herêma Kurdistanê pêdvî bi piştevaniya miletîne ji bo bidestve anîa serkeftinê û eşkira jî kir ku wergirtina evan harîkariyan dê bi awayekê şefaf be û her demê her kesekî divê bizane ka çawa û bi çi awayî bo harîkarîkirina Pêşmergeyan hatiye mezaxt.

 

Ferhad Emîn dupat jî kir ku “hikûmeta herêmê‌û serkirdayetiya Kurdistanî hemû şiyanû pêdivî bo hêzên pêşmerge dabîn kirîne lê‌wan hîna pêdiviya bi piştevaniya xelkê‌Kurdistanê‌heye, ji belênderan xwast ku ew jî weku erkekê‌niştîmanî û neteweyî harîkariya pêşmerge bikin da berevaniyê‌ji axa welatê xwe bikin.”

 

 

Nûçeyên têkildar